Tirkiyeyê gundek bombebaran kir: 3 kesan canê xwe ji dest da

.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî gundê Misribê yê nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kir, 3 kesan canê xwe ji dest da.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê doh saet 18:00an gundê Misribê yê nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê bombebaran kir.

Di êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê de malbatek hat hedefgirtin û 3 endamên malbatê canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyan, bav û du keçên wî di êrişê de canê xwe ji dest daye û dayik û 5 zarokên wan jî birîndar bûne.

Kesên ku di êrişê de canê xwe ji dest daye:

Îsmaîl Hisên Mistefa (37 salî)

Fatîma Îsmaîl Mistefa (12 salî

Eyşe Îsmaîl Mistefa (13 salî)

Kesên birîndar:

Hisên Mistefa (10 salî)

Xelûd Mistefa (8 salî)

Îman Mistefa (5 salî)

Elî Mistefa (2 salî)

Behriye Mistefa (1 salî)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle