Tirkiyeyê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bombebaran kirin

.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê Bendava Tişrînê û Pira qereqozaqê bombebaran kirin.

Şer û pevçûnên di navbera HSD û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de li gundên derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berdewam dikin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriya komên çekdar, herêmên di bin kontrola HSDyê de bombebaran dikin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê îro sibehê derdora Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û gundê Melhayê yê Kobaniyê bi dijwarî bombebaran kirine.

Heta niha derbarê zerer û ziyanên bombebarana vê dawiyê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Her wiha li derdora gundê Dêr Hafirê jî di navbera şervanên HSDyê û çekdaran de şer û pevçûnên giran diqewimin.

SOHRê da zanîn ku di encama şer û pevçûnên li derdora Dêr Hafirê de 4 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin.

Heta niha 475 çekdar hatine kuştin

Piştî ku rejîma Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya şer û pevçûnên di navbera HSD û komên nêzikî Tirkiyeyê de gurtir bûn.

Li gorî SOHRê di encama şer û pevçûnan de heta niha 475 çekadar û 4 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Her wiha 104 şervanên HSDyê û 56 sivîlan di şer û pevçûn û bombebranan de canê xwe ji dest daye.

Kurdistan Haberleri

Nûredîn Baba li ser peymana bi HSDyê re daxuyanî da
Şaredariya Lozanê 50 hezar frank ji Rojavayê Kurdistanê re şand
Li Qamişloyê peyama hevbeş a Asayîş û Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê
Sîpan Hemo li ser peymana HSD û hikûmeta Şamê axivî
Kurê Qedafî hat kuştin