Tirkiye: YPGê bi roket û hawanan êrîşî leşkerên me kir

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di êrîşekê de li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê 4 leşkerên wî welatî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê binkeyên hêzên wan rastî êrîşên bi hawan û roketên menzîldirêj hatine.

Di daxuyaniyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi encamdana êrîşan hatiye tohmetbarkirin.

Lê YPGê hêj derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, her 4 leşkerên ku di êrîşê de birîndar bûne, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê li Bakurê Kurdistanê.

Êrîşa li ser binkeyên hêzên Tirkiyê di nav axa Sûriyê de li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê di demekê de ye, ku îro medyayên nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihandine, hêzên Tirkiyê îro hejmarek gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê, herwiha herêma Şehbayê û Balafirxaneya Leşkerî ya Minnix bi giranî topbaran kirine.

Li gor wan zanyariyên ku hatine belavkirin, êvara îro hêzên ser bi Tirkiyê 5 gundên Aqîbê, Soxanek, Zirneît, Miyase û Bênê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirin.

Herwiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Balafirxaneya Leşkerî ya Minnixê ya li herêma Şehbayê jî hatin hedefgirtin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, îeşv gundên Elqemiye, Merenaz, Tatmeraş, Şewarixe, Malikiye û Irşadiye yên navçeya Şera ya Efrînê jî bi giranî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin topbarankirin.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle