Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê TirkiyeyêAbdulkadir Uraloglu ragihand ku wan li gel Sûriyeyê rekeftinek ji bo ji nû ve destpêkirina veguhestina bejahî îmze kiriye.
Li gorî rêkeftina nû, pêvajoya guhertina baran li deriyên sînorî bi dawî dibe û barên bazirganî dê rasterast di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de werin veguhestin.
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu, di roja sêyemîn û dawî ya "Foruma Korîdorên Veguhestinê ya Cîhanî" de ku li Stenbolê tê lidarxistin, behsa rêkeftina veguhastina navneteweyî ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de kir.
Uraloglu got ku şandeyên Tirkiye û Sûriyeyê civiyane û li ser jinûvedestpêkirina veguhastina bejahî li hev kiriye û di vê çarçoveyê de "Memorandûma Lihevkirinê ya Derbarê Hevkariya di warê Veguhestina Bejahî ya Navneteweyî de" hatiye îmzekirin.
Uraloglu da zanîn ku ji bo ji nû ve destpêkirina veguhastina bejahî di navbera her du welatan de lihevkirin hatiye kirin û got:
"Li gorî Rêkeftina Veguhestina Bejahî ya Navneteweyî ya ku di sala 2004an de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, veguhestina bazirganî dê ji nû ve dest pê bike.
Guhertina baran li deriyên sînorî bi dawî dibe û bar dê bêyî guhertin, rasterast ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê û ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê werin veguhestin."
Uraloglu eşkere kir ku şandeyan li ser destpêkirina veguhestina transîtê jî li hev kiriye û bi vê yekê re derfeta gihîştina bejahî ya rasterast ji Tirkiyeyê ber bi Urdin, Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter û welatên din ên Kendavê çêdibe.
Uraloglu zelal kir ku bar dikarin bi rêya Sûriyeyê, bi rêrebeke kurttir û leztir bigihîjin welatên Kendavê û got:
"Jinûvedestpêkirina veguhestinê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, ne tenê ji bo her du welatan, belkî pêgeha bazirganî ya herêmî ya Tirkiye û Sûriyeyê di navbera Ewropa û Asyayê de bihêz dike.
Her wiha 'Korîdora Navîn' bi welatên Kendavê ve girêdide."
Berpirsên Tirk û Sûrî her wiha biryar daye ku di warên cuda yên veguhestina geştyar û kelûpelan de hevkariya hev bikin û bernameyên perwerdeyê yên hevbeş li dar bixin.
RÛDAW