Tirkiye û Iraq: Divê hinardekirina petrola di zûtirîn dem de dest pê bike

.

Wezareta Enerjî û Samanên Sirûştî yên Tirkiyê û Wezîrê Petrolê yê Îraqê radigihînin, divê hinardekirina petrola ji Îraqê bo Tirkiyê di zûtirîn dem de dest pê bike.

Wezîrê Enerjî û Samanên Sirûştî yên Tirkiyê Alparslan Bayraktar û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyyan Abdulxenî li Enqerê civiyan. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevbeş hate belavkir û tê de hat gotin, xeta petrolê ya di navbera wan de ji bo her du welatan girîng e. Ev xeta petrolê piştî erdhejên 6ê Sibatê hatine kontrolkirin û temîrkirin, divê herikîna petrolê di demeke kurt da dest pê bike.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, her du aliyan li ser awayên kûrkirina hevkariyên enerjiyê yên Tirkiye û Iraqê di warên neft û gaz, gaz û elektrîkê, enerjiya nûjen û bikêrhatina enerjiyê de gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê û Wezîrê Petrolê yê Iraqê ku her du jî Hevserokên Komîsyona Aborî ya Hevbeş a Tirkiye-Iraqê ne, biryar dan ku di zûtirîn dem de, 19emîn civîna komîsyonê li Bexdayê bê lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir