Tirkiye û Îran ava çeman li ser Kurdistanê dibirin

.

 Îsal ji ber hişkesaliyê çavkaniyên avê li Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûne û di encamê de ziyaneke giran gihandiye çandiniyê û cotkaran jî alîkarî ji hikûmetê xwestin. Derbarê mijarê de Berdevkê Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ji Rûdawê re axivî û got ku Îran û Tirkiyê ava çemên ku diherikin Herêma Kurdistanê birrîn e.

Kêmbûna barana payiz û zivistana borî û bihara îsal, ziyaneke mezin gihande çandinî û çavkaniyên avê li Herêma Kurdistanê. Îsal jî heta niha, baran kêm e.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Husên Heme Kerîm ji Rûdawê re ragihand, “70% ji Çemê Sîrwan ji xaka Îranê dirij e nav xaka Herêma Kurdistanê. Niha Îran %100 ew av girtiye û rêya wê guheriye, herwiha rêya ava Zêyê Mezin û Zêyê Biçûk jî guheriye, lewma bi awayekî berbiçav, asta ava hinek çemên Herêma Kurdistanê daketiye. Tirkiye jî, çavkaniyên avê gelekî kêm kirine.”

Rêveberê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekerem Ehmed jî, got, “Eger îsal jî hişkesalî weke par be, metirsî ew e ku ew cihên av lê nemaye, bêne valakirin û koçkirin rû bide. Berhema çandiniyê jî kêm bibe.”

Ji Îran û Tirkiyê, çar çavkaniyên avê dirijine nav Herêma Kurdistanê. Ji Îranê %70 ji ava Çemê Sîrwan û piraniya ava Zêyê Biçûk. Ji Tirkiyê jî Zêyê Xabûr û Zêyê Mezin, dirijin nav xaka Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, ew di vê metirisiyê de digihêje û gavên pêwîst jî,li gorî budceya li ber destê xwe jê re davêje, ji wan jî dirustkirina bendavan ji bo ragirtina avl, bi mebesta kêmkirina bandorên hişkesaliyê.

Tirsa cotkaran ji hişkesaliyê heye, lê berpirsên keşnasiyê dibêjin, êdî zû ye, ji ber ku 50% ji baranbarînê li Herêma Kurdistanê di werzê Zivistanê de ye.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Çavkaniyên Avê, heta naverasta Berfanbara bûrî, 49 hezar û 585 bîrên avê, ji bo ava vexwarinê, çandinî û pîşesaziyê li Herêma Kuridstanê hatibûne kolan.

Ji wê hejmarê, 23 hezar û 625 bi molet bûn, lê 25 hezar û 960 bîrên din, bi zêderûyî hatibûne kolan, ku piraniya wan, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê ne.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Xalên leşkerî hatin çêkirin: Gundî vegeriyan
Vê carê jî agir bi sûka Kerkûkê ket!
Ciwanên Êzidî li Almanyayê nasnameya xwe diparêzin
Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin
Diakurd: Biryara doza Kobanê dijî îrade û mafên gelê Kurd hatiye dayîn