Tirkiyê û Amerîkayê operasyona ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerikayê Jake Sullivan peywendiyeke telefonê pêk anîn, lê piştî hevdîtinê ji her du aliyan daxuyaniyên cuda hatin belav kirin.

Piştî hevdîtina Kalin û Sullivan ji aliyê Koşka Spî û Serokkomariya Tirkiyê ve derbarê hevdîtinê de daxuyanî hatin dayîn lê di daxuyaniyan de derbarê egera operasyoneke nû ya Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê nêrînên ku hevdu nagrin hene.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hatiye diyarkirin ku di hevdîtinê de têkiliyên dualî, serlêdana Swêd û Finlandayê ya ji bo endamtiya NATOyê, ewlehiya xwarinê ya cîhanê, ewlehiya enerjiyê, têkoşîna li dijî terorê, şerê li Ukrayna, Sûriye û geşedanên din ên herêmî hatin nirxandin.

Koşka Spî ragihandiye: “Di hevdîtinê de ji bo parastina xetên agirbestê yên heyî û ji bo nearamî zêdetir nebe girîngiya rêlêgirtina zêdekirina rageşiya li Sûriyê hatiye gotubêjkirin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê jî derbarê hevdîtinê de dibêje: “Di hevdîtinê de amaje pê hat kirin ku rêxistina terorê PKK-YPG-PYD gefeke berdewam e bo yekîtiya axa Sûriyê û ewlekariya netewî ya Tirkiyê. Hat diyarkirin ku Tirkiye dê li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîna xwe bi biryar berdewam bike.”

Berî demekê Finlanda û Swêdê serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn lê Tirkiyê bi hinceta ku alîkariya YPGê û Rojavayê Kurdistanê dikin, li dijî endamtiya her du welatan derketibû û egera operasyoneke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê xistibû rojevê.

Lê Amerîkayê jî derbarê vê egera operasyonê de nerazîbûna xwe diyar kiribû.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in