TIRKIYE - Tezkereya Iraq û Sûriyê bo heyama 2 salan hat dirêjkirin

.

Tezkereya ku rê dide arteşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê operasyonan pêk bîne, ji bo dirêjkirina 2 salan bo parlamentoya wî welatî deng li ser hat dayîn. Tezkere bi piraniya dengan hat dirêjkirin.

Îro Sêşemê 26ê Cotmeha 2021ê li Parlamentoya Tirkiyê proje-biryara (Tezkere) Serokatiya Komara Tirkiyê ya derbarê nûkirina mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê de dengdan li ser hat kirin.

Tezkere bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

AK Partî, MHP û ÎYÎ Partiyê ji bo tezkereyê dengê tezkereyê dengê erê bikar anî.

CHP û  HDP li dijî tezkereyê derket.

Li aliyekî din, Mustafa Yeneroglu yekane parlamenterê Partiya Demokrasî û Pêşkevtinê (DEVA) li parlamentoya Tirkiyê ragihad ku wî li ser biryara partiya xwe dengê erê nedaye.

Proje-biryar roja 20ê Cotmeha 2021ê bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatibû pêşkêşkirin. Piştî tezkere yan proje-biryar li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin, dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Iraq û Sûriyê bo 2 salên din tê dirêjkirin.

Pêşkêşkirina wê proje-biryarê di demekê de ye ku Serokkomarê Tirkiyê gefa êrîşekê bo ser Rojavayê Kurdistanê dixwe û operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Parlamentoya Tirkiyê herwiha roja 19ê Cotmeha 2021ê dema mana hêzên artêşa Tirkiyê li Malî û Komara Efrîqaya Navîn bo dema salekê dirêj kir.

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn
Hûrgiliyên peymana nû ya Libnan û Îsraîlê eşkere bûn
Korbenda Aborî û Veberhênanê ya navbera Kurdistan û Spanyayê hat destpêkirin
Serokwezîrê herêma Baden-Württembergê pêşwaziya şandeke parêzgeha Dihokê kir
Serokê Sûriyeyê pêşwaziya Wezîrê Dervey ê Iraqê kir