Tirkiye sînorên xwe bi "dîwarê ewlehiyê" tund dike

.

Hikûmeta Tirkiyê weke hewlek ji bo rêlibergirtina liv û tevgerên neyasayî û êrîşên serbazî, sînorên xwe yên ligel Îranê bi "dîwarê ewlehiyê" tund dike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Tirkiyê ragihandiye, "bi mebesta rêlibergirtina koça neyasayî, liv û tevgerên qaçaxçiyan, karên dirustkirina dîwarê ewlehiyê, bircên çavdêriyê, vekirina xendeqan li ser sînorê Tirkiye-Îranê berdewam e".

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ku di nav parêzgehên din ên Tirkiyê de sînorê wê yê herî dirêj ligel Îranê ye, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê bi awayekî berdewam li ser xeta sînor digerin.

Hat eşkerekirin ku hemû pêwîstiyên teknolojiyê, weke kamerayên çavdêriyê, dûrbîna şevê, firokeyên bêfirokevan, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve têne bikaranîn.

Li gor zanyariyên Ajansa Anadoluyê, karên projeya çêkirina dîwarê ewlehiyê li ser sînor bi dirêjahiya  295 kîlometre ye ku niha 64 kîlometre temam bûye, ji aliyê heft kompaniyan ve tê cîbicîkirin û bi dirêjahiya 283 kîlometre jî xendeq hatiye vekirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin