TIRKIYE - Sala 2021an çend xanî bo biyaniyan hatin firotin?

.

 Li gor Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), li Tirkiyê sala 2021ê bi tevahî 58 hezar û 576 xanî bo welatiyên biyanî hatin firotin. Welatiyên biyanî meha Kanûna 2021ê jî 7 hezar û 841 xanî li Tirkiyê kirîne û li gor heman meha sala 2020ê firotina xaniyan bo biyaniyan %77.1 zêde bûye.

TUIKê amarên firotina xaniyan bo biyaniyan eşkere kir. Daketina nirxê lîreyê Tirkî li hember pereyên biyanî û li beramber 250 hezar dolaran mafê wergirtina welatîbûna Tirkiyê, rêjeya firotina xaniyan bo biyaniyan zêde kir.

Li Tirkiyê sala 2021ê bi tevahî 58 hezar û 576 xanî bo welatiyên biyanî hatin firotin. Sala 2020ê 40 hezar û 812 xanî bo biyaniyan hatibûn firotin. Bi vî awayî sala 2021ê firotina xaniyan bo biyaniyan %43.5 zêde bû.

Bi taybetî piştî lîreyê Tirkî di meha Kanûna 2021an de bi awayekî tund ji %50î zêdetir nirxê xwe ji dest da, biyaniyan zêdetir xanî kirîn. Welatiyên biyanî meha Kanûna 2021ê 7 hezar û 841 xanî li Tirkiyê kirîne û li gor heman meha sala 2020ê firotina xaniyan bo biyaniyan %77.1 zêde bû. Welatiyên biyanî herî zêde li bajarê geştyariyê Antalyayê, xanî kirîne. Biyaniyan sala 2021ê li Antalyayê 12 hezar û 384 xanî kirîne.

Herwiha sala 2021ê, herî zêde welatiyên Îran, Herêma Kurdistanê, Iraq, Rûsya, Afxanîstan û Almanyayê xanî kirîne. Welatiyên Îranê, 10 hezar û 56 xanî, welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê 8 hezar û 661 xanî, welatê Rûsyayê 5 hezar û 379 xanî, welatiyên Afxanîstanê 2 hezar û 762 xanî û welatiyên Almanyayê 2 hezar û 358 xanî kirîne.

Li gor amarên Banka Navendî, sala 2021ê bir rêya firotina xaniyan bo biyaniyan 5 milyar û 157 milyon dolar bo Tirkiyê hatine veguhestin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî