Tirkîyê nerazîbûn nîşanî biryara parlamentoya Sûrîyê da

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkîyê Hamî Aksoy nerazîbûn nîşanî biryara parlamentoya Sûrîyê da û got, “Ev nîşana durûtîya rejîmekê ye.”

Navenda Nûçeyan - Hamî Aksoy di daxuyanîyekê derbarê biryara parlamentoya Sûrîyê ya erêkirina projeyasaya ‘Komkujîya Ermenîyan’ got, “ev yek wesîqeyeke îbretê” ye û herwiha dîyar kir, “Ev durûtîya rejîmekê ye ku gelek bi başî dizane komkujîya li ser xelkê xwe dike, bi milyonan kes ji cihên wan kirine û çekên  kimyewî bikar anîne.”

Hamî Aksoy amaje bi berdewamkirina krîza Sûrîyê kir û rejîma Sûrîyê weke ‘jidestdana rewatîyê di qada navdewletî de” pênase kir û got, “Bilêvkirina van îddîayan ji  alîyê rejîmeke zalim ve, nîşana hişmendîya xerap a li pişt van îddîayan e.”

Parlamentoya Sûrîyê îro projeyasaya ku bûyerên 1915ê yên derbarê Ermenîyan de weke “komkujî” pênase dike bi piranîyan dengan pesend kiribû.

Serokê Komîteya Peywendîyên Derve û Erebî li Parlamentoya Sûrîyê Butros Morjana, dîyar kiribû ku piştî “Komkujîya Ermenîyan” li bakurê Sûrîyê, komkujîya Suryanî û Aramîyan jî hate encamdan û got: “Dema wê yekê hatîye ku ew kirîyarên dermirovî bêne şermezarkirin û rê li ber were girtin ku carake din dubare nebin.”

Balyozê Ermenistanê ye li Sûrîyê Mihemed Hac Îbrahîm jî li ser vê mijarê gotibû ku “xelefeyên kesên pêştir komkujî pêk anîne, îro bi rêya teroristan heman tawanan li hemberî xelkê Sûrîyê pêk tînin.”

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da