Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir

.

Firokeyeke bêfirokevan a artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir, du welatî hatin kuştin û du welatî jî birîndar bûn.

Îro duşemê 24ê Cotmeha 2022yan, çavkaniyekê ji nav bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, vê êvarê firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê xaleke polîsan a ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya li navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de hejmarek welatî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan jî ragihandiye, di encama bombebaranê de du welatî hatine kuştin û du welatî jî birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ji destpêka sala 2022yan heta niha, ev cara 62emîn e ku firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê navçeyên bin desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bombebaran dikin û ji ber wan bombebaranan heta niha zêdetirî 170 kesan hatine kuştin û birîndar bûne.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle