Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombebaran kir: Zarokekî jiyana xwe ji dest da

.

 Firokeyeke bêfirokevan a Tirkiyê li Amûdê otomobîlek bombebaran kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Firokeyeke bîfiroekvan a Tirkiyê îro, 09/02/2022, di demjimêrên êvarî de, li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê otomobîlek bombebaran kir.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama wê êrişa Tirkiyê de zarokê bi navê Mihemed Elî Kelah ê 11 salî jiyana xwe ji dest da.

Her di wê êrişê de Mahîr Îsa Kelah ê 13 salî, Omer Xanim ê 40 û Ela Ceud Ehmed ê 25 salî jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan Omer Xanim mamosteyê dibistana wî gundî bû. Kesên ku di wê êrîşa Tirkiyê de birîndar bûn, bo nexweşxaneya Amûdê hatin rakirin.

Bomberbarana firokeyên Tirkiyê li gundê Bihêre çêbû ku dikeve ser rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de.

Li aliyê din, li gor Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di encama êrişa drona Tirkiyê de 2 zarokên xwendekar jiyana xwe ji dest dane.

Li gor çavkaniyên xwecihî, Tirkiyê otomobîleke din jî li gundê Xerzê topbaran kir, lê ti ziyaneke canî nebûye.

Herwiha li gor zanyariyan artêşa Tirkiyê û çekdaran gundê Til Ziyab ê li Zirganê jî topbaran kirin.

Li gundê Ereb Hesen jî yê Minbicê di encama topbaraneke Tirkiyê de 2 jin birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin