Tirkiyê li Amûdê bi dronê êrişî hêzên rejîmê kir

.

 Tirkiyê xaleke Hikûmeta Sûriyê li Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê armanc kir û gundê Tewîle jî li Til Temirê topbaran kir.

Li gorî çavkaniyên nêzikî Rêveberiya Xweser ku ji Amûdê belav kirine, li gundê Xerezê li rojavayê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Tirkiyê bi dronekê xaleke serbazî ya hêzên hikûmeta Sûriyê armanc kirine, di encam de rêya di navbera Amûdê û Dirbêsiyê de bo çûn û hatinê qut bû.

Ji aliyekî din heman çavkaniyan belav kiriye ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar gundê Tewîle li rojavayê Til Temirê li ser rêya navdewletî ya M4, topbaran kirine. Zanyaîr derbarê ziyanên herdû êrîşan jî nehatine belavkirin.

Artêşa Tirkiyê duh jî dest bi topbaranên berfireh li gundewarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Eyn Îsa, Minbic û Şehba û Şera li herêma Efrînê kir, bi dehan gund topbaran kiribûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin