Tirkiyê kuştina 2 berpirsên TAK û PKKê ragihand

Tirkiyê ragihand, di operasyoneke hevbeş a artêşê û Saziya Îstixbarata Niştimanî ya wî welatî (MÎT) de, du berpirsên PKKê ku têkilî bi bûyera kuştina dîplomatê Tirkiyê ya li Hewlêrê hene, li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

Tirkiyê ragihand, di operasyoneke hevbeş a artêşê û Saziya Îstixbarata Niştimanî ya wî welatî (MÎT) de, du berpirsên PKKê ku têkilî bi bûyera kuştina dîplomatê Tirkiyê ya li Hewlêrê hene, li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

                                        

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê îro Çarşemê ragihandiye, MÎTê û artêşa wî welatî roja 30ê Tebaxê (9 roj berî niha) li nav axa Başûrê Kurdistanê operasyoneke hevbeş li dijî PKKê encam dane û di wê operasyonê de du berpirsên mezin ên PKKê kuştine.

 

Li gor agahiyên ku AAyê belav kirine, operasyon li “Çiyayê Gare” hatiye kirin û di operasyonê de, berpirsekî rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) a ser bi PKKê ve ''Hacî Kurhan'' ê bi navê kod ''Botan'' û herwiha alîkarê wî ''Metîn Akgun'' ê bi navê kod ''Kendal'' hatine kuştin.

 

Hacî Kurhan û Metîn Akgun di “kategoriya şîn a lîsteya terorê ya Tirkiyê” de bûn.

 

Hatiye ragihandin, ew her du kes di nava otomobîlekê de bûne ku hatine hedefgirtin.

 

PKKê yan TAKê heta niha derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedane û nûçeya kuştina wan kesan red an piştrast nekirine.

Siyaset Haberleri

Amedsporê Beşîktaş têk bir û derket lûtkeya Superlîgê
Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê: Me û Îraqê li ser fînansekirina Rêya Bipêşketinê li hev kir
Li Berlînê Partiya Çep bi ser ket: Îhtimal heye 5 Kurd bikevin parlamentoyê
Amerîka: Em dê heta 30ê Îlonê hêzên xwe ji Îraqê vekişînin
Li Almanyayê 4 Kurdên Êzidî bûn endamên meclisa şaredariyê