Tirkiyê Kampa Mexmûrê bordûman kir

.

 Artêşa Tirkiyê îro bi rêya dronekê Kampa Mexmûrê ya penaberên Bakurê Kurdistanê ku dikeve sînorê qezaya Mexmûrê ya parêzgeha Mûsilê bombebaran kir.

Li gor agahiyan, malek di nava kampê de hatiye armanckirin.

Derbarê encama êrîşê û hûrgiliyan de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Medyaya nêzîkî PKKê êrîş piştrast kiriye û ragihandiye, "Tirkiyê bi balafireke bêmirov a biçek beriya niha bi kêliyekê bombe li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) barand. Bombe li maleke hate barandin."

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, tê texmînkirin ku "Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê" derbarê êrîşa îro de daxuyaniyê bide.

Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de amaje bi êrîşê kiriye û ragihandiye, demjimêr 12:30 îro droneke Tirkiyê baregeheke PKKê li nav Kampa Mexmûrê kiriye armanc û di êrîşê de zirarên canî û maddî ne.

Çavkaniyên medyayî yên nêzîkî PKKê ragihandine, êrîşa ser Kampa Mexmûrê di demeke de ye ku şandeyeke payebilind a Iraqî serdana Mexmûrê kiriye.

Li gorî agahiyan, Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevpar, Fermandarê Hêzên Hevpar û gelek rayedarên payebilind ên artêşa Iraqê serdana Mexmûrê kirine.

Rûdaw

  

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle