Tirkîyê, Amerîka jiber sersaxîya bo şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) rexne kir.
Wezîrê Berevanî yê Tirkîyê Hulusi Akar di bernameyeke Ajansa Anadolu de dîyar kir ku sersaxîya bo çekdarên HSD’ê pûçbûna mejîyan raber dike û wekî din ti wateya wê tune.
‘’Hevbendên me yên Amerîkî sibê rojkê ew tişt gava were bîra wan dê xemgîn bibin.’’ Akar got.
Amerîka, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek hevkarekî girîng dibîne, lê Tirkîye îdia dike ew dijî ewlekarîya wê gef e.
Fermandarîya Navendî ya Amerîka (CENTCOM) di rojên borî de ser fermandereke cîgir ya HSD’ê Salwa Yusuk û 2 şervanên din yên jin yên li Qamişloyê hatibûn kuştin ji Twitterê peyama sersaxîyê weşandibû
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle