Tirkiye ji gundê Çiyê yê Efrînê derket

.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Çiyê yê navçeya Racoyê ya Efrînê vala kir û ji gund vekişiyan.

Gundê Çiyê îro ji binî ji hêzên Tirkiyeyê hat valakirin û beşek ji gundiyan vegeriyan warê xwe.

Remezan Eliyê ku mamosteyekî gundê Çiyê ye, piştî derketina hêzên Tirkiyeyê çûye gund.

Di vîdeoyeke ku Remezan belav kiriye de tê dîtin ku ew li ser kavilê mala xwe ya wêranbûyî rawestiyaye û dibêje ku hêzên Tirkiyeyê ji gund derketine.

Şeş gundên herêma Efrînê ji sala 2018an ve wekî baregehên leşkerî yên hêzên Tirkiyeyê dihatin bikaranîn û wan hêzan rê nedida ti kesî ku vegerin gundên xwe.

Siyaset Haberleri

PWK ji bo çi beşdarî civîna Diyarbekirê ya Partîya DEMê nebû?
Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan