Tirkiye ji bo operasyoneke leşkerî bi sedan çekdaran vediguhêzîne Girê Spî

.

Hêzên Tirkiyê ji bo dest bi operasyoneke leşkerî bikin, bi sedan çekdar ji Efrînê vediguhêzînin Girê Spî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, serokên komên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve, bang li hemû endamên xwe yên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê kirin, di amadehiyê de bin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, hêzên Tirkiyê xwe amade dikin ku bi sedan çekdarên xwe ji Efrînê veguhezînin herêma Girê Spî, da ku operasyoneke leşkerî pêk bînin.

Roja 22ê vê mehê jî, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku artêşa Tirkiyê, hêzeke leşkerî ku ji tank, top çekên giran û pêwîstiyên lojîstîkî pêk tê, gîhand gundewarê Girê Spî.

Herwiha rejîma Sûriyê hêzên xwe yên leşkerî li eniyên Eyn Îsayê bicih kirin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk “HSD” jî hêzên xwe li rojhilatê Eyn Îsayê hember komên çekdaran kom kirine.

Ev amadekarî di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle