Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li Eyn Îsayê topbaran kir

.

Hat ragihandin, roja 16ê Adarê artêşa Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja 16ê Adarê artêşa Tirkiyê gundê Hoşan û Rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê li bakurê Reqayê topbaran kirin, hevdem dronên artêşa Tirkiyê li asmanê navçeyê difiriyan, li gor zanyariyan zerar tenê maddî bûn.

Di 12ê Çileya borî de, artêşa Tirkiyê sentrala avê ya el-Hîşe li rojhilatê Reqayê bordûman kirbû, di encam de ev sentral jikar ketibû, ku avê dide 50 gundan li navçeyê.

Eyn Îsa

Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qût dibe.

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle