Tirkiyê êrîşî Şingalê kir: Berpirsekî mezin ê YBŞê can da

.

Saziya Istixbarata Netewî ya Tirkiyê, êrîşî Şingalê kir û li gor medyaya fermî ya Tirkî, di encama êrişê de berpirsekî mezin ê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) can daye.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê îro diyar kir, Saziya Istixbarata Netewî (MÎT) êrişek li Şingalê pêk aniye û di encama êrîşê de berpirsekî YBŞê yê bi navê Silêman Şemo Yusuf bi navê kod “Azad” can daye.

Herwiha hat eşkerekirin, Silêman Şemo Yusuf Berpirsê Hêzên Taybet ên YBŞê li Şingalê bûye.

Li gor vê çavkaniyê, di encama êrîşê de otomobîla berpirsê YBŞê Silêman Şemo Yusuf li herêma Bab Şilo hatiye armanckirin û di encamê de wî berpirsê YBŞê can daye.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê heta niha derbarê mijarê de tu daxuyanî nedaye.

Sala 2021an di êrîşeke din a Tirkiyê de, Fermandarê Giştî yê YBŞê Hesen Seîd Hesen bi navê kod “Seyîd” can dabû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin