Tirkiyê êrîşên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirine

.

Tirkiyê êrîşên asmanî bi dronan û topbarankirina Rojavayê Kurdistanê zêde kirine. Siyasetmedarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê van êrîşan wekî zexteke siyasî li ser Rêveberiya Xweser dinirxînin.

Êrîşên Tirkiyê bi topxane û dronan bo ser Rojavayê Kurdistanê wekî fişareke siyasî ji aliyê siyasetmedarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ve tên nirxandin.

Navçeya Şehba ji gundê Hirbil li rojhilat heta Til Rifet Minix û Meyasê li rojava, roj bi roj tê topbarankirin.

Li rojhilatê Feratê jî, di navbera 18ê cotmehê û 10 mijdarê de. 7 caran hêzên Tirkiyê navçeyên sînorî topbaran kirine ku ji gundewarên Tirpespiyê li rojhilatê Qamişlo heta Amûdê, Dirbêsiyê Ti Temir, Eyn Îsa û Kobanî ketine ber

Serkirdeyê Hevpeymaniya Sûrî ya Niştimanî Abdîn Reşo,,ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew e ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) nêzîkî hikûmeta Sûriyê bikin.

Siyasetmedar Abdîn Reşo dibêje: “Tirkiye bi êrişên xwe yên di bin kontrola HSD û MSDê de dixwaze Rêveberiya Xweser xwe nêzîkî rerjîma Sûriyê bike û dest bi danûstandinan bikin. Hewiha min ne bawere Tirkiye heta hetayê li deverê bimîne”

Ji dema ku gefên Tirkiyê bi encamdana operasyoneke bejahî bo ser navçeyên Rêveberiya Xweser xav bûne, êrîşên asmanî bi dironan û topbarankirin li ser wan navçeyan zêde bûye.

Çavdêrên siyasî wiha dibînin ku piştî Tirkiyê nikarîbû glopa kesk ji Amerîka û Rûsya li pêş êrîşeke nû bidest bixe, topbaranû êrîşên dronan zêde kirine.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle