Tirkiye: Em dê ji kesên ku êrîşî konsulxaneya me ya Mûsilê kirine hesab bipirsin

.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê êrişa ser Konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê şermezar kir û ragihand, ew dê ji kesên ku êrîşî konsulxaneya me ya Mûsilê kirine hesab bipirsin.

Karguzarê Nûnertiya Daîmî yê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî Oncu Keçeli roja Sêşema 26ê Tîrmeha 2022an ragihand, avahiya konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê bi 4 mûşekan hatiye hedefgirtin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro Çarşema 27ê Tîrmeha 2022an di twîteke xwe de êrîşa ser konsulxaneya Tirkiyê ya Mûsilê şermezar kir û got, “Vê êrîşê careke din nîşan da ku kî êrîşî sivîlan û cihên sivîlan dike.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê her wiha ragihand ku ew amade ne di şerê li dijî “terorê” û parastina ewlehiya sînoran de bi aliyên Iraqî re hevahengiyê bikin.

Piştî êrîşa 20ê Tîrmeha 2022an a li ser seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê ku di encamê de 9 geştyarên Ereb canê xwe ji dest dan û zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn, êrîş û zextên li ser armancên Tirkiyê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê zêde bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê anî ziman, “Zû yan dereng em dê ji terorîstên ku êrîş pêk anîne hesap bipirsin wek çawa me ji terorîstên din hesab pirsî.”

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin