Tirkiye: Di çar mehan de nêzî hezar pizîşkan dest ji kar berdane

.

 Serokê Duyem ê Yekîtiya Pizîşkên Tirk, Doç. Dr. Ali Îhsan Okten da zanîn ku sedema serekî ya îstîfakirina pizîşkan mûçeyê kêm û şert û mercên xirab ên kar in û got: “Piştî rakirina qedexeya îstîfakirina pizîşkan di dema Coronayê de, nêzîkî 10 hezar pizîşkan dest ji kar berdane.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji ger barê giran ê kar, nobetên dirêj û mûçeyê kêm roj bi roj hejmara pizîşkên dest ji kar berdidin zêde dibe. Li hinek nexweşxaneyan beşên bê pizîşk mane tên girtin û nexweş jî êdî nikarin randevuyê werbigrin.

Li gor medyayên Tirkiyê, Wezareta Tendirûstiyê bo pizîşkên xanenişîn ên temenê wan di navbera 65-72 salî de careke din derfeta kar daye. Serokê Duyem ê Yekîtiya Pizîşkên Tirk Doç. Dr. Ali Îhsan Okten da zanîn ku piştî rakirina qedexeya îstîfakirina pizîşkan di dema Coronayê de, nêzîka 10 hezar pizîşkan dest ji kar berdane.

Okten tekez kir ku sedema serekî ya îstîfakirina pizîşkan mûçeyê kêm û şert û mercên xirab ên kar in û got: “Hevalekî me yê pizîşk rojane li nêzîkî 100 nexweşan temaşe dike. Ji ber karê zêde ku pizîşk bêzar dibin reva ji sektora giştî jî zêde dibe. Her ku koça pizîşkan zêde dibe, bare ser mile yên mane jî giran dibe. Ev jî dê revê zêdetir bike.”

Derbarê pêngava Wezareta Tendirûstiyê de ku bo tejîkirina valahiyê hejmara kadroyên asîstan zêde kiriye û bang li pizîşkên xanenişîn kiribû vegerin ser kar, Okten got: “Pizîşkên asîstan zêde kirin lê wek mînak kadroyên neştergeriya mêjî nêvî bi nêvî bûye, ji ber pizîşk koç dikin. Kalîteya xizmetên tendirûstî dikeve. Bangkirina pizîşkên xanenişîn jî şerma wezaretê ye. Hevalên me yên pizîşk ên xanenişîn jî ji ber nikarin debara xwe bikin ji neçarê serlêdanê dikin.”

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin