Tirkiyê dest bi topbarankirina Kobanî kir

.

Artêşa Tirkiyê îro navenda bajarê Kobanî yê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên medyayî yên nêzî Rêveberiya Xweser ve, artêşa Tirkiyê îro dest bi topbarankirina navenda bajarê Kobanî li Herêma Firatê ya Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Hatiye ragihandin ku heta niha 4 guleyên topê li taxa Kaniya Kurdan û Kolana 48 ên bajêr ketine.

Ajansa NPA a nêzî Rêveberiya Xweser belav kiriye ku topbaran bûye sedema zirarên maddî lê heta niha ti zirarên canî çê nebûne.

Di dabeşkirina îdarî ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de, Kobanî navend û beşek ji Herêma Firatê ye.

Hêzên Tirkiyê doh Pêncşembê jî şeş gundên li derdora bajarokê Zirganê yê li parêzgeha Hesekê jî topbaran kirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin