Tirkiye | Dadgeha Stenbolê cezayê qedexeya siyasetê û girtîgehê da Ekrem Îmamoglu

.

 Dadgeha Anadolu ya Stenbolê ku îro 14ê Kanûnê ji bo biryara doza Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu civiya, biryara qedexeya siyasetê û 2 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê ji bo Îmamoglu da.

Bi hinceta ku Îmamoglu dema betalkirina hilbijartinên şaredariya Stenbolê û dubarekirina hilbijartinan daxuyaniyek dabû dihat dadgehkirin.

Dadgehê ji ber gotinên Îmamoglu ku gotibû; "Kesên ku di 31ê Adarê de hilbijartin betal kirin, ehmeq in" doza sivikatiya li Desteya Bilind a Hilbijartinan lê vekiribû.

Ekrem Îmamoglu jî li ser vekirina dozê diyarkiribû ku wî ew gotin ji ber daxuyaniyên wî ji Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu re gotine.

Rûniştina doza Îmamoglu îro Çarşemê li 7emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadolu ya Stenbolê hat dîtin û dadgehê ji bilî biryara qedexekirina siyasetê biryar da ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi 2 sal, 7 meh û 15 rojan were sizadan.

Îmamoglu beriya biryara dadgehê bang li xelkê Stenbolê kir ku li ber avahiya şaredariyê bicivin. Tê çaverêkirin bertekên tund ji aliyê opozîsyona Tirkiyê ve ji bo vê biryarê werin nîşandan.

Ekrem Îmamoglu yek ji kesên ku navê wî ji bo namzediya hilbijartinên serokomariyê li hember Erdogan derbas dibe ye.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?