Tirkiyê Çiyayê Metîn bombebaran kir

.

 Firoke û topxaneya Artêşa Tirkiyê, îro devera Nihêlê ya li quntarê Çiyayê Metîn ê ser bi navçeya Amêdî ya parêzgeha Duhokê ve bombebaran kirin.

Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya li Duhokl, Nasir Elî ragihand, “Li gor zanyariyan îro di demjimêr 10:45an de Tirkiyê navçeya Sûra Sigêrê ya  devera Nihêlê li quntarê Çiyayê Metîn bombebaran kir.”

Li gor zanyariyan, Tirkiyê hem bi dronê û hem bi topxaneyê ew dever kiriye armanc.

Heval Birkaînî welatiyekî wê navçeyê ji Rûdawê re axivî û got: “Heftiyek e Tirkiye bi awayekî berdewam navçeyê topbaran û bombebaran dike û ji ber wê jî tirs û xof di nava gel de çêbûye.”

Heman kesî derbarê zirarên êrîşê de jî got: “Ti zirarên canî çênebûne, lê bi awayekî berdewam zirarek mezin digihe xwezayê, bi taybet niha ku demsala biharê ye û dem dema gihîştina giya ye.”

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ