Tirkiyê bi dron êrişî Dirbêsiyê kir: 4 kes birîndar bûn

.

Artêşa Tirkiyê îro bi dronan êrişî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir. Di êrişê de wesayitek hat armanckirin û 4 kes birîndar bûne.

Îro danê sibê droneke Tirkiyê li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê wesayitek kire armanc.

Li gor agahiyên li nêzîk gundê Xerza yê li rojhilatê bajarê Dirbêsiyê otomobîlek kir armanc.

Di encama bombebaranê de 4 kes (sê jin û ajokarek) birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Gel a Amûdê hatine veguhestin.

Dr. Zeyn El-Abidîn Mistefa pizîşkê li Nexweşxaneya Gel a Amûdê ji Rûdawê re ragihand, piştî dermankirina destpêkê li nexweşxaneya wan, birîndar bo Nexweşxaneya Şehîd Xebat a bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

 Dr. Zeyn El-Abidîn Mistefa herwiha diyar kir, rewşa 3 ji birîndaran baş e, lê ya birîndareke jin giran e.

Artêşa Tirkiyê herwiha îro gundê Citlê yê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê jî bi çekên giran topbaran kir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin