Tirkiyê 15 gundên Rojavayê Kurdistanê da ber topan

.

Çend gundên ser bi Şehba, nahyeya Şera û rojhilatê Babê ji şeva derbasbûy ve heya vê sibehê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve bi dijwarî hatin topbarankirin.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, 15 gundên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê topbaran kirine.

Gundên Xirbet Şeale, Um el-Hoş, Medyûne, Tanî, Til Eneb, Nêrebiyê, Cebel Nayif, Simoqiyê û Bêlûniye û Minex û Bendava Şehba bi dijwarî hatine topbarankirin.

Li gor heman çavkaniyan, 17 top tenê li gundê Xirbet Şeale yê ser bi herêma Şehbayê ve ketine.

Li gundê Um el-Hoşê jî ajelên xelkê ketine ber topbaranê û çend serî pez ji nav çûne.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar herwiha gundên Mereinaz, Qemiyê, Malikiyê û Şiwarixê li gundewarê nahyeya Şera ya Erfînê jî topbaran kirine.

Li rojhilatê Babê jî, bi dronekê êrîşî gundê Biwêhic hatiye kirin û ziyan gihiştiye mal û zeviyên xelkê.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle