Tirkiyê 11 gundên Til Temir û 3 gundên Zirganê topbaran kirin

.

Hêzên hikûmeta Tirkiyê îro û duh bi dehan gund li herêma Şêrawa ya Efrînê û gundewarên Til Temir û Serê Kaniyê topbaran kirin. Hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê,  3 gundên Zirganê, û 2 gundên nahiyeya Şêrawa topbaran kirine. Di encamê de, pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.

Careke din hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê topbarankirina navçeyên hevsînor ligel hêzên HSD û hikûmeta Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê berfireh kirine. Herdû rojên Çarşem û Pêncşemê, bi dehan gund li veranserî navçeyên sînorî tastî topbaranê hatine.

Roja pêncşemê,  10ê mijdarê, hêzên Tirkiyê herdu gundên, Meyasê û Bênê li devera Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine. Roja Çarşemê jî, hêzên Tirkiyê 11 gundên Til Temirê, û 3 gundên Zirganê topbaran kirin û di encamê de pîremêrekî 65 salî û serbazekî Sûrî birîndar bûn.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Gêlo Îsa, ku beşeke ji Rêveberiya Xweser e ji Rûdawê re got, Tirkiyê şêwazê êrîşên xwe guhertiye, û daxwaz li welatên garantor kir ku van êrîşan bo ser navçeyê rawestînin.

Gêlo Îsa daxwaz li Welatên garantor kir ku êrîşên Tirkiyê rawestînin.

Navçeyên hevsînor ligel herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî, ku ji sala 2019ê ve ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, dikevin çarçoveya rêkeftina agirbestê ku bi razîbûna Tirkiyê, Amerîka, Rûsya û HSD jî hatibû ragihandin, lê tevî wiha jî, ew navçe bi şêweyekî berdewam rastî topbaranê tên.

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî