Tîmeke hikûmetê ji bo vegera wezîrên YNKê serdana Qubad Talebanî dike

.

Tîmeke wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran, serdana Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna vê hefteyê ya Encûmena Wezîran razemendî da ku tîmeke wezîran serdana Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî bike, ji bo vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023an tîma wezîran serdana Qubad Talebanî bikin û daxwaz jê bikin ku ew bi xwe û tîma YNKê vegere civînên kabîneyê.

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ