Tîma tenduristiya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî geheşt Efrînê

.

Tîmeke tendirustiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hevahengiya Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê, ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, geheşte bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Dr. Ebas Azad ragihand: “Em wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hatin Efrînê, bi hevahengiya Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê, me tîmeke tendirustiyê anî, ku ji bijîşk, dermansaz, karmendên tendirustiyê û ambulansan pêk tê.”

Dr. Ebas Azad diyar kir: “Me di qonaxa destpêkê de, xwe ji bo rewşa hawarçûnê amade kiriye li wan navçeyên ku têk çûne, da ku em alîkariya wan bikin, ji bilî vê, em ê li çend ciha bibin, da ku pêwîstiyên bijîşkî û tendirustiyê bigihînin xelkê.”

Azad destnîşan kir: “Planeke me ya din jî ew e ku em alîkariya nexweşxaneyên Efrînê bikin, li ser daxwaza Tendirustiya Efrînê, me barekî derman amade kir û di rê de ye, dibe ku bi şev an jî danê sibê bigihe Efrînê, em ê radestî wan bikin, da ku sûdê jê bibînin.”

Serokê Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî behsa Bakurê Kurdistanê jî kir û got: “7-8 roj in em li Bakur in, niha jî tîmeke me li wir maye û xizmetê dike û em jî hatine vê derê.”

Ev di demekê de ye çend roj berê tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihîştin hawara xelkê navçeya Cindirêsê ku ji ber erdhejê wêran bûye, herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku ew ê li Efrînê ofîsekê vekin.

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye