Tîma Gençlerbirligiyê ji ber ku kurd e peymana futbolîstekî xwe betal kiriye

.

Tîma Gençlerbirligiyê duh bi futbolîstê kurd Rodîn Cem Depremî re peyman îmze kiriye û îro ew peyman betal kiriye.

Tîma Gençlerbirligiyê duh Peyman bi Depremê 24 salî re îmze kiriye.

Endamekî Kongreyê yê Gençlerbirligiyê yê ku nexwestiye navê xwe aşkere bike ji bianetê re got, “Tekane sedema betalkirina peymanê ew e ku Rodîn Cem Deprem kurd e û bere di Dalkurdê de lîstiye.”

“Dalkurd weke tîmeke terorîst be”

Endamê Kongreyê diyar kir ku tîma Gençlerbirligiyê paşê ferq kiriye Deprem kurd e û li ser vê rewşê dest bi lêkolînê kiriye û dema dîtine wî di Dalkurdê de lîstiye, peyman betal kiriye:

“Hesabê fermî yê Twitterê yê Gençlerbirligiyê tweetek avêt û got ‘Bi Rûbîn Cem Depremî re Peyman hatiye îmzekirin’ lê navê lîstikvanî şaş nivîsandibûn. Me got navê lîstîkvanî şaş e, ev tweet jê birin.

“Paşê fotografek weşandin ku derbarê îmzekirina peymanê de bû, di fotografî de rûyê Serokê Gençlerbirligiyê gelekî tirş bû. Hat îdiakirin ku Dalkura di lîga sêyem a Swêdê de dilîze, tîmeke terorîst e. Tîm paşê hinekî din lêkolînê dike û dibine ku Amedsporê beriya niha bi mehekê lîstikvan xwestiye lê li hev nekiriye. Dalkurd û bi ser de jî Amedspor hat, qiyamet rakirin û Peyman betal kirin.

“Piştî bertekan gotin ku ji ber şert û mercên ekonomik wan Peyman betal kiriye lê ev berovajîkirin e, ne hatibû ji bo ceribandinê, derket antremanê. Weke lîstikvan hatibû kirin lê dema pê hesiyan ku kurd e, ji ber bertekên alîgiran û yên din, Peyman betal kirin.”

Serokê Kulûbê: Me nexwest em siberoja wî reş bikin

Serokê Kulûba Gençlerbirligi Sporê Niyazî Akdaşî jî ji bianetê re got ku îdia ne rast in û wan û Rodîn Cem Deprem li hev kiriye û peyman betal kiriye: “Me weke santrafor pê re Peyman îmze kir paşê me got em siberoja wî reş nekin, me got bila heyf nebe.”

Çavkanî: Bianet

Kurdistan Haberleri

PWK-Ciwan: Em piştgirîya têkoşîna gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin
Gonter Fehlînger daxwaz ji NATO û Yekîtiya Ewropayê kir ku digel rêjîma Îranê şer bikin
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwaziyê alîkarî gihandine 11 hezar awareyên Helebê
Amerîka pesna rola Serok Barzanî di vejandina pêvajoya siyasî ya Iraqê û kêmkirina aloziyên Sûriyeyê de dide
Di xwenîşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 2 hezar û 550 kes hatin kuştin