TIHV: 23 kes ji ber parastina mafên mirovan hatine cezakirin

.

Li gor raporta Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) di 4 mehên destpêkê yên sala 2022ê de ji bo 23 kesan bi hinceta parastina mafên mirovan carekê cezayê heta hetayê û 211 sala û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV) raporta xwe ya bi navê “Li Tirkiyê derbarê zehmetî, guşar û astengiyên ku parazvanên mafên mirov rûbirû dimînin(1 Çile-30 Nîsan 2022)” parve kir.

Li gor raportê 23 kes ji ber çalakiyên xwe yên parastina mafên mirovan rûbirûyê gef, şîdeta fizîkî, hemberîdan û armanckirinê bûne. Herwiha 74 civînên aştîxwaz û xwepêşandan ên derbarê parastina mafên mirovan jî bi hincetên cûda hatine qedexekirin.

Li gor raportê di 4 mehên destpêka îsal de ji ber xebatên di qada mafên mirovan de 1145 kes herî kêm bi yek an çend midexaleyên wek destdirêjî, gef, destdirêjiya îdarî û hemberîdanê rûbirû mane.

Li gor raportê:

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Çile-30 Nîsana 2022ê

Ji bo 23 kesan  yek cezayê heta hetayê û 211 sal û 4 meh û 10 roj cezayê girtîgehê

1347 kes rûbirûyê zêdegaviya dadweriyê bûn

Derbarê 998 kesan lêpirsîn hat destpêkirin

305 kes hatin desteserkirin

16 kes hatin girtin

74 civîn û xwepêşandanê mafên mirovan hatin qedexekirin

82 kesan ji dozê berat kir.

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stockholmê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
PWK Ewropa, salvegera 79 salî ya PDKê pîroz dike
Heyeta PWKyê li Hewlêrê Beşdarî Pîrozbahîya 79 Salîya PDKyê Bû
Nebûna Kurdî di nav 8 zimanên xûtbeya Diyaneta Tirkiyê de rastî nerazîbûnan hat
Îdia: Piştî vekişîna Şamê, Macron dê rasterast bi Mezlûm Ebdî re bicive