Thomas Barrack û Ehmed Şer li Stenbolê li hev civiyan

.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer li Stenbolê li hev civiyan.

Thomas Barrack bi daxuyaniyekê ragihand ku ew û Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî doh li Stenbolê civiyanê.

Li gorî Barrack, civîn di çarçoveya “bicihanîna biryara Trump a wêrek a ji bo vekirina rêya aştî û geşbûnê li Sûriyeyê” de hatiye kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di geşta xwe ya Kendavê de li Erebistana Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû û biryara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dabû.

Piştî vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar da ku ambargoyên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 23yê Gulanê biryara sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê derxist.

Thomas Barrack li ser biryara rakirina cezayan got:

"Ez piştrast kim ku rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dê armanca me ya bingehîn, têkbirina timî ya rêxistina DAIŞê biparêze û derfetekê ji bo paşerojeke çêtir bide gelê Sûriyeyê."

Nûnerê Amerîkayê her wiha bi bo “gavên berbiçav ku ji bo bicihkirina pêşniyarên Serok Trump ên girêdayê çekdarên biyanî avêtin, tedbîrên têkoşîna li dijî DAIŞê, pêwendiyên bi Îsraîlê re û kamp û navendên girtinê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê” pesnê Serokê Sûriyeyê jî da.

Barak piştrastî da ku Amerîka dê xebata hevbeş a ji bo bipêşxistina hilberîna sektora taybet a li nav Sûriyeyê ya ji bo jinûavakirina aboriyê bidomîne.

Wî her wiha eşkere kir ku civînê encamek daye ku her du welat pêbend bin ku di warên hilberîn û bipêşketinê de bi pêş bikevin.

Serokatiya Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de got ku Şer û Şeybanî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Thomas Barrack re civiyane.

Divê were gotin ku Thomas Barrack beriya niha Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê bû.

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Amnesty: Îranê rekora sêdaredanê şikand; îsal zêdetirî 1000 kes li sêdarê dane
Serok Barzanî bangî meleyan kir: Li dijî madeyên hişbir derkevin
Hakan Fîdan: Divê YPG ji herêmên ku Ereb li wan hene vekişe
100 hezar şervan dê çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibin?
Bloomberg: Tirkiye plan dike ku çekan bide Sûriyeyê û li dijî HSDyê hevkariyê bike