THIV: Di 4 salên dawî de 13965 kes bi îşkenceyê hatine desteserkirin

.

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (THIV) ragihand ku di 4 salên dawî de 13 hezar û 965 kes bi îşkence û danûstandina xirab li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine desteserkirin û 266 kes ji wan birîndar bûne.

Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê hejmara kesên di salên 2018-2021ê di dema desteserkirinê de hatine îşkencekirin eşkere kir.

Weqfa Mafên Mirov ragihand ku di 4 salên dawî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 13 hezar û 965 kes bi îşkence û darê zorê hatine desteserkirin û herî kêm 266 kes jî birîndar bûne.

Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê dibêje: “Di encama binpêkirina qanûnên navdewletî û derbaskirina sînorê zorê ku di yasayên welat de hene, herî kêm 13 hezar 965 kes bi îşkence û darê zorê hatine desteserkirin û herî kêm 266 kes jî birîndar bûne.

Sala 2018, 3 hezar 997 kes hatine desteserkirin, 51 birîndar bûne. Di 2019an de 4 hezar 253 kes hatine desteserkirin, 95 kes birîndar bûne. Di 2020an de, 2 hezar û 14 kes hatine desteserkirin û 65 kes birîndar bûne, herwiha di 2021an de, 3 hezar û 701 kes hatine desteserkirin û 55 kes birîndar bûne.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle