TFFê piştî lîstika Şanliurfasporê cezayên giran dane Amedsporê

.

Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ragihand ku piştî lîstîka di navbera tîma Parêzgeha Rihayê, Şanliurfasporê û Amedsporê 74 hezar lîre cezayê pere û cezayê lîstikeke bê temaşevan bo tîma Amedsporê hatiye dayîn.

Roja 29ê Çileya 2023an herdû tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Şanliurfaspor li parêzgeha Amedê hatibûn pêşberî hev û Amedsporê bi encama 1-0 Şanliurfaspor têk biribû û bibû yekema lîgê.

Piştê wê lîstikê roja Pêncşemê  2ê Çileya 2023an Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) bo Amedsporê 75 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn. Herwiha bo Amedsporê cezayê lîstikeke bê temaşevan a li lîstikgeha wê hatiye dayîn.

Piştî vî cezayî biryar e lîstika Amedspor û Nazîllî Belediyespor bê lîstikvanên Amedsporê bê lîstin.

Li aliyê din saziya navborî her wiha ragihand bo karmendê yaneya Şanliurfaspor Alî Kirmizi jî 3 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn.

30 hezar  û 250   kesan li Stadyuma Amedê  lîstika Amedsporê ya ligel Şanliurfasporê temaşekiribûn û Amedsporê bi vê jî rekora temaşevanan  tomar kiribû.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?