Teyib Zrar: Ger hilbijartin bên kirin PDK dê bibe yekem, lê rûmeta Kurdistanê girîngtir e

.

Endemekî payebilind ê PDKê dibêje, her çendî guman nîne ku eger hilbijartin bên kirin, dê yekem partî be, lê rûmeta Herêma Kurdistanê û şerê li dijî komployan ji yekembûna partiyê û hemû tiştî girîngtir e.

Nivîskar û endamê PDKê Teyib Zirar, di tora xwe ya civakî Facebookê de belav kiriye, eger hilbijartin bên kirin, dê partî bibe yekem, eger hilbijartin bên kirin, li gel wan hemû destwerdan û hek kirin û sextekariyê, dabeşkirina kursiyan bi ser bazneyan û tomar li gor dilê grubekî dijî Kurdistanê û herwekî din, PDK dê dîsa bibe yekem hêz.

Herwaha  aşkera kir: ‘’ Rexmê wan hemî rastiyan, lêbelê bê rûberûbûna  plana bê qîmetkirina dezgayên Herêma Kurdistan,  hewleke nehîştina rûmeta Herêma Kurdistanê û destwerdanên Dadgeheke bi nav Federalî û binpê kirina destûr û tevahiya planên din, li hemiyan girîngtire.’’

Herwaha dibêje: hewldan bo wê yekê ne ku Kurdistanê radestî çarenivîsekê bikin ku li ser tepsiyeke zêr bê firotin û doza kurdî ji holê rabe û tişta hatî avakirin, bê hilweşandin.

Di dawiyê de jî tekez kir ku ji ber van sedeman beşdarî nekirina PDKê di hilbijartinan de tê wateya ne dana hilbijartinan û rêgirtina li vê komployê û parastina Kurdistanê ye.

BasNews

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye