Tevgera Sedir hemû çalakiyên xwe heta dema salekê rawestand

.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir hemû çalakiyên tevgera xwe heta dema salekê rawestand û hesabê xwe yê Twitterê jî girt.

Muqteda Sedir ragihand, ew dixwaze bibe çaksazîxwazê Iraqê, tevî vê yekê nikare çaksaziyê di nav tevgera xwe de jî encam bide, ku ev jî xelte e û kêşeya mezin e di berdewambûna serkirdetîkirina Tevgera Sedir de, hinek kes hene xwedî doz in û hinek kesên din jî hene ku gendel in.

Sedir eşkere kir, wisa baş dibîne ku çalakiyên tevgera xwe ji bilî Nimêja Înê û Desteya Kultûrî, heta demekê rawestîne ku ji salekê kêmtir nebe, ji bo derxistina bêtawaniya xwe li ber Xweda û piştre li ber bavê xwe.

Muqteda Sedir biryara girtina gora bavê xwe Mihemed Baqir Sedir jî da heta piştî Cejna Remezanê.

Yek ji gavên Muqteda Sedir ew e ku hesabê xwe yê Twitterê jî girt, ku bûbû dika belavkirina peyam û daxuyaniyên wî.

K24

Kurdistan Haberleri

Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?
Aloziya li Tengava Hurmizê: Îran û Amerîkayê li hev xist
Îdareya Trump şertên giran bo Hikûmeta Iraqê danan
Medyayê Îranê: Amerîka û Îranê li Tengava Hurmizê hêleke taybet a pêwendiyê ava kir