Tevgera Kurd ya Bakur hatiye hîpnozkirin

Tevgera Kurd ya Bakur hatiye hîpnozkirin

Zeynel Abidîn

Tevgera Kurd berxwedana herî mezin dide, ev gel fedakariya herî mezin diyar dike, lê gava bizavekê, nerazîbûnekê dibe, yan wêneyê serokekî heye yan jî derewa "birayetiya gelan" dixin pêş. Ev yek bi rastî hîpnozbûn e, yanê dagirker te dikûje û te tîne wî halî ku tu sedema mirina xwe jî nizanî.

Bifikirin, we bi navê Kurdan qet yek daxwezek jî nehîşt, hemî  radestî desthilatdara siyasî kirin.

A niha ji bilî "birayetiya gelan" qet tiştekî hûn bixwezin nemaye. Niha we fêm kir ku dagirkeran çima wisa bi bêperwatî di ser me de tên, heta kanaleke Tv ya zarokan jî digrin.

Bila sibe birêz Cemîl Bayık yan jî Murat Karayılan bêjin em guh nadin çi kesek, çi Îmralî çi jî derewa "birayetiya gelan" hemî Kurdistan berev serxwebûnê û bi tevê Mesûd Barzanî doza serxwebûnê dest pê bike, ka hûn binihêrin Erdogan ji nûve behsa Federalîzma Kurdistan û Tirkiye bihîne rojevê yan na? We hemî daxwezên tirkan qebûl kirin û îro tiştekî ku ew bi we bide qebûlkirin nemaye û niha jî yên dayî yek bi yek digre. Hûn jî bi dehhezaran qurbaniyan ve xizmeta plana wan dikin.

Tevgera Kurd divê hinekî xwedî xîret û kesayetiya netewî be; Ala Kurdistan rabike jor, serxwebûnê bike daxweza stratejîk, sînorên hemî Kurdistanê biparêze, nebe asteng li ber projeya serxwebûnê, nebe asteng li ber girtina Musil û Kerkûkê.

Hûn eger hinekî xwedî kesayeta netewî bin, dê dagirker werin ber lingê we, ne ku hûn lava bikin. Binihêrin, helwesta serokê Iraqê Abadî  li ber birêz Mesûd Barzanî çawa ye? Jiber ku Barzanî xwe û miletê xwe ji Abadî û Iraqiyan biçûktir nabîne.

 Jixwe axiftina Îmralî jî ya herî dawî tam trajîk e; hîna jî miletê Kurd negirîng dibîne, mîna birr dibîne.

Bes e heval bes e, we bi kuştina xwe û zarokên Kurd projeyeke radestiyê meşand, êdî bes e; kes bi bedilhewa nedin kuştin û ji maf û qedrê miletê xwe jî ti caran dev jê bernedin. Wê çaxê bi rastî hûn dê bibin serperiştên dîrokî yên vî miletê mezin, bi şeref û xîret. Eger hûn bi vê stratejiya ku bi tenê radestbûnê (di bin navê berxwedanê de radestbûn e ev, jiber ku eger daxweza te ya netewî tunebe hemî mirinên te di rêya radestiyê de diçe. Eger di vê yekê de dixwezin peyvên Mazlûm Dogan ya di hepsa Diyarbekrê de bixwînin, hûn dê rastiyê pir baş bibînin...)

Tevgera Kurd divê ev bizavan pêk bîne:
1. Serxwebûna mafê miletê Kurd yê herî xwezayî û mutleq e
2. Her çi careserî hebe, di nav şertên wekhev de û di bin çavdêriya dunyayê de pêk bihîne
3. "Serokê tevgera Kurd" li hepsê ye, dîl e, di dêlva wî de serokên ji derve divê temsîl bikin
4. Al, ziman û nirxên netewî nahêtin bi bazarkirin 
5. Eger serxwebûn ji bo we jî ne kêr be, yanê ne bi derfet be, federasyoneke wisa bixwezin ku çi mafê Tirkan hebe eynî ya Kurdan jî...

Hela hûn vê stratejiyê bikin, ka bibînin di meclîsa Tirkyiê de federasyona Kurdistan û Tirkiyê dihête gengeşîkirin yan na?

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da