Tetbîqata serbazî ya Rûsya û Belarusê dest pê kir

.

Tetbîqata serbazî ya hevpar ya Rûsya û Belarusê ya bi navê "Bibiryariya Hevpeymaniya-2022" li nav axa Belarusê dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, hin leşkerên Hêzên Çekdar ên Belarusê û yekîneyên leşkerî yên Herêma Eskerî ya Rojhilat a Hêzên Çekdar ên Rûsyayê beşdarî tetbîqatê bûn.

Di tetbîqatê de pergalên mûşekan ên parastina asmanî yên S-400 û Pantsir-S û balafira şer a Rus Su-35 tên bikaranîn.

Tetbîqat li ser axa Belarusê li polîgonên Obuz-Lesnovskiy, Osipoviçskiy, Brestskiy, Gojskiy, Domanovskiyê û baregehên leşkerî yên Baranoviç, Luninets, Lida, Maçulişçiyê tên kirin.

Hêzên herdu welatan wê di tetbîqatê de bên kontrolkirin, armanca tetbîqatê ew e ku rê li ber êrîşên derva bên girtin, dijî terorê têkoşîn bê dayîn û berjewendiyên Dewleta Yekitiyê bên parastin.

Tetbîqata ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokomarê Belarusê Aleksandr Lukaşenko di çileya 2021ê de biryar dabûn dê heta 20ê sibatê berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike