Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî

.

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, li Batmanê (Êlih), roja 16ê Adara 2024ê, di saet 11.00ê de li destpêka Cadeya Gulistanê, ji bo şehîdên Jenosîda Helebçeyê deqîqeyekê rêz girtin.

Serokê Teşkîlata batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr di derbarê jenosîda Helebçeyê de kurte axaftinek kir û paşê endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Hamdusena demîrel di derbarê Jenosîda Helebçeyê de daxuyanîya PWKyê xwend.

Paşê di derbarê jenosîda Helebçeyê de helbestek hate xwendin û beşdarên çalakîyê ji bo şermezar kirina jenosîda Helebçeyê 5 deqîqeyan li ser caddeyê rûniştin.

Li gel endam û rêvebirên PWKyê, namzeda serbixwe yaşaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş jî beşdarî çalakîya bibîranînê bû.

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin