Termên du kolberên din ên Kurd li ser sînorê Şemzînan-Urmiyê hatin dîtin

.

Meytên her du kolberên ku beriya 4 mehan di navbera Urmiyê û Şemzînanê de li ser sînor wenda bûbûn, hatin dîtin.

Di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de li geliyê Binarê, roja 19ê Çileya 2022an sê kolberên Kurd ên ji Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê yên bi navê Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferf û Barzan Mîhenî wenda bûbûn.

Meytê yek ji wan kolberan roja Înê cenazeyê yek ji wan kesan, piştî 114 rojan hat dîtin.

Piştî dîtina cenazeyê yekemîn, welatiyên navçeyê ji bo dîtina cenazeyên her du kolberên din jî çûbûn ser sînor.

Li gor medyaya Tirkiyê, di encama lêgerîna xelkê de, cenazeyên her du kesên din Esed Seydanîferd, Behlul Seydanîferd jî hatin dîtin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin