Termên 172 qurbaniyên Enfalê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin

.

 Termên 172 şehîdên Enfalê ku li Bijîşkiya Dadwerî ya Bexdayê bûn, bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.

Di merasîmekê de ku bi amadebûna xizmên hejmarek ji wan şehîdan, Wezîrê Tendirustiya Iraqê, Serpereştyarê Îdareya Germiyan û Qeymeqamê Çemçemal tê de amade bûn, piştî danîna destegulan li ser cenazeyan, ji Bexdayê ber bi Herêma Kurdistanê re hatin birêkirin.

Di sala 2019an de, termên 172 şehîdên Enfalê ku piraniya wan jin û zarok in, di goreke bikomî de li beyabana parêzgeha Semawayê hatin dîtin. Term ji bo Bijîşkiya dadwerî ya Iraqê hatibûn şandin û piştî wergirtina nimûneyên DNA, îro ew term bo Kurdistanê tên vegerandin.

Rejîma Beisê di navbera Sibat û Îlona 1988an de, di bin çavdêriya rasterast a Serokomarê Iraqê Sedam Husên de, pêvajoya Enfalê di 8 qonaxan de pêk anî û tê de 182 hezar Kurd piştî zindan û eşkenceyê, bi saxî binax kirin.

Li nêzîkî zindana Nugre Salman û biyabanên Semawayê, zêdetir ji ji 100 gorên bikomî heye ku tê de termên bi hezaran qurbaniyên Enfalê hene.

Kurdistan Haberleri

ENKS di salvegera komkujiya Kobanê de: Divê lêkolîneke serbixwe û navdewletî were kirin
Hewramî: Çalakkirina parlamenê bo derketina ji xetimîna siyasî giringtirîn pêngav e
FIFAyê pesnê Denîz Undav da: Ew kurê dê û bavekî Kurd e
PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin