Teqîna li Xurmatûyê: Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Pêşmergeyên ku li Xurmatûyê şehîd ketin peyamek belav kir.

Li navçeya Xurmatûyê ya parêzgeha Kerkûkê îro bombeyek bi Hêza Hevbeş de teqiya, 2 fermandarên Pêşmergeyan û nobedarek şehîd ketin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerê peyamek belav kir û got:

“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e.”

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji xizm û malbatên Pêşmergeyên şehîd re xwest û got:

“Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wan bi rehma û mîhrebaniya xwe şad bike.”

“Ev kiryareke terorîstî ye”

Serokê Herêma Kurdistanê ji birîndaran re jî hêviya silametiyê kir û da zanîn:

“Ev kiryareke terorîstî ye û nîşan dide ku teror hîn jî metirsiyeke rasteqîn e û gefê li aramiya Îraq, Herêma Kurdistanê, hemû herêmê û malê xelkê û bi taybetî jî li herêmên Madeya 140î dixwe.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji ber vê gefa terorê divê di hevahengiya di nevbera Pêşmerge, Artêşa Îraqê û Koalîsyonê zêdetir bibe û ew bi terorê re têbikoşin.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire