Teqemenî danîbû avahiya HDPyê: Hat berdan!

.

Jina ku li parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê 3 şûşeyên teqemeniyê danîbûn avahiya HDP û YSPyê hat berdan.

Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê doh jina bi navê A.C. ya 26 salî 3 şûşeyên ku di nava wan de madeyên teqemenî û şewatê hebûn danîbûn avahiya HDP û YSPyê.

Endamên HDP û YSPyê ew jin girtibû û radestî hêzên ewlehiyê kiribûn.

Piştî karûbarên li Rêveberiya Asayîşê A.C. sewqî edliyeyê hat kirin.

Hat ragihandin ku A.C. li Nexweşxaneya Nexweşiyên Derûnî ya Dr. Ekrem Tokê ya Edeneyê hatiye tedawîkirin derûniya wê ne baş e.

Dadweriya Ceza ya Sulhê, gumanbar A.C. bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Li aliyê din parêzgariya Edeneyê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniyê de ragihand ku gumanbar di lêpirsîna xwe ya ewil de li xwe mikur hatiye ku wê made danîne avahiyê.

Herwiha parêzgariyê da zanîn ku derketiye holê ku derûniya gumanbarê ne baş e.

Herwiha lêpirsîna edlî ya derbarê bûyerê de bi gelek awayan berdewam dike.

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir