"Tenê bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê xelkê navçeyê dikarin vegerin cih û warê xwe"

.

Serokê Lijneya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê Şerîf Silêman ragihand, tenê bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û dûrxistina metirsiyan, xelkê Şingalê dikarin vegerin navçeya xwe.

Serokê Lijneya Koç û Koçberan Şerîf Silêman diyar dike, xelkê navçeya Şingalê ku piraniya wan aware bûne û li Herêma Kurdistanê di nav kampan de dijîn, piştî nemana DAIŞê ji ber sedemên ewlehî û tunebûna asayîş û xizmetguzariyê û qerebûnekirina wan, nikarin vegerin cih û warê xwe.

Şerîf Silêman destnîşan kiriye ku her çiqas di karnameya hikûmeta Iraqê de amaje bi başkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê wê û avakirina navçeyê hatiye kirin, lê di rastiyê de ti tiştekî rûnedaye, hikûmet dikare rewşa Şingalê çareser bike û gefên Tirkiyê dûr bixe, ku bi awayekî berdewam çekdarên PKKê yên li çiyayê Şingalê û derdora wê, dike armanc.

Ji aliyekî din ve, Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl jî tekez dike ku li Şingalê du hezar polîs ku du sal in erkê xwe cîbicî dikin û xizmeta wan heye, ji ber ku ew Êzidî ne, nehatine damezrandin.

Mehma Xelîl ragihand, sindoqa avakirina Şingalê bi qasî 50 milyar dînar jê re hatiye terxankirin, lê belê bi Deşta Neynewa û Zumarê ve hatiye girêdan, tevî ku ti kêşeya wan navçeyan tune ye.

Xelîl eşkere dike ku pêwîstiya Şingalê bi budceyeke taybet a darayî heye û ji bo avakirina navçeyê û qerebûkirina xelkê wê ku êş û jan bi ser wan de hatine, bi milyaran dolar pêwîst e.

Rêkeftina Bexda û Hewlêrê, di Cotmeha 2020an de bi navê vegerandina seqamgîrî û asayîkirina rewşa navçeya Şingalê hat îmzekirin û ji sê mîhwerên sereke yên îdarî, ewlehî û avakirinê pêk hatiye û birgeyên wê, derketina hêzên nefermî, proseya avakirina Şingalê û qerebûkirina ziyandîtiyan li xwe digre.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Iraqê piştî 30 salan 2 baregeh li ser sînorê Tirkiyê ava kirin
Zanyarên Ewlehiyê: Ji navxweya Îraqê êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatiye kirin
Parêzgarê Dihokê û tîma Dihoksporê Amedspor pîroz kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (285)
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em AmedSporê Pîroz Dikin