Tendirustiya Cîhanî li ser Omicronê bang li welatan kir

.

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) ragihand ku Omicrona core nû yê Coronayê li 57 welatan belav bûye û daxwaz ji welatan kir ku hewl bidin rê li ber belavbûna wê bigrin.

Roja Çarşemê 8ê Kanûna 2021ê  Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî Tedros Adhanom li Cenevê ragihand ku ya girîng çavdêriya rewşê bê kirin daku bizanin Omicron ji Delta bihêztir e yan na.

Ev jî di demekê de ye ku berî niha  Rawêjkarê Pizîşkî yê Serokê Amerîkayê Dr. Anthony Fauci ji medyayê re gotibû, Omicron ji Deltayê ne metirsîdartir e ku niha %99.9ê pêketiyên Coronayê li Amerîkayê hilgirê vîrûsa Deltayê ne.

Hevdem roja Çarşembê Kompanyaya Pfizer a berhemhênera vaksîna Coronayê da zanîn ku vaksîna wan a bihêzker dikare berevaniyê li dijî Omicronê çêbike, herçiqas bandora du dozên yekem ên vaksînê kêmtir hebe.

Kompanya Moderna û kompanyayên din ên berhemhênerê vaksînê jî kar li ser wê yekê dikin ka heta çi qastekî vaksîn dikarin berevaniyê li dijî Omicronê çêbikin. Zanayên warê vîrûszanî jî ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin ka Omicron li wan welatan belav bûye ku rêjeyeke baş a welatiyên wan vaksîn wergirtine.

Tedros Adhanom, Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî, dibêje:

“Li Efrîqaya Başûr, hejmara pêketiyên Omicronê bilez bilind dibe. Lê Omicron di wê demê de hat destnîşankirin ku guhestina Deltaya xweguherî gelekî lawaz bû. Loma kêbirkeyeke kêm hebû. Lewra girîng e bi hişyarî çavdêriyê bikin ka li seranserê cîhanê çi diqewime daku fam bikin ka gelo Omicron dikare asta metirsîdar a Deltayê bibezîne yan na. Bo vê yekê jî daxwazê ji hemû welatên cîhanê dikin ku çavdêrîkirin, testkirin û şopandina boy a xweguherî zêde bikin. Mekanîzmayên me yên testkirinê kar dikin. Zanyarî li Efrîqaya Başûr wiha pêşan didin ku metirsiya dubare pêketina bi Omicronê heye, lê pêdiviya me bi zanyariyên zêdetir e daku bigihin encamên baş. Çend belge jî hene ku Omicron ji Deltayê lawaztir e, lê dubare dibêjim, hê gelekî zû ye bigihin encameke yekalîker. Her xweqayilkirinek jî dibe sedema canjidestdana çendîn kesan.”

Kurdistan Haberleri

Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye
Ramî Ebdirehman: DAIŞ derbaz bûye nav Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê
Sefîn Dizeyî: Destpêka 2026ê Korbenda Aborî ya Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Brîtanyayê re tê lidarxistin
Baba Şêx bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir
Şandeya Cihûyan li Sûriyeyê ye: Li pey şopa bav û kalan in