Têkoşîna hemû perçeyên Kurdistanê, beşek ji têkoşîna Bakurê Kurdistanê ye.

.

Li Stockholm bi minasebeta 54 saliya damezrandina KOMALA û her weha ji bo bîranîna 4 cangoriyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve berê bi mehan hatibûn işkencekrin û dûre jî hatin îdamkirin komcivînek hat li darxistin. 

Li wir dokumenter filmek li ser tekoşîna peşmergeyên Komala û her weha li ser her çar peşmergeyên Komala ku hatibûn îdamkirin hat nîşandan. Li wir gelek peyam hatin xwendin û gelek axaftin hatin kirin . Li ser navê Hevkariyê jî komiteya PWK-Swed birêz Nihat Akar peyam xwend

Li ser navê PWK, Roza Kurd, N. Mumtaz Aydin û Nihat Akar beşdar bûn.

PWK di peyama xwe de got: 

“Em têkoşîna hemû perçeyên Kurdistanê, beşek ji têkoşîna xwe ya li Bakurê Kurdistanê dibînin. Em bi serkeftinên we dilşad dibin, em bi zulm, zordarî, kuştin û îdamên li Rojhilatê Kurdistanê bi qandî we xemgîn dibin

Bi vê minasebeta pîroz, cangoriyên Komala yên qehreman û cangoriyên hemû aliyên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin û slavên germ yên biratîyê ji bo we dişînin..”

Stockholm 17/2/2024

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye