TDK-TEVGER, PAK: Divê kurdî jî li e-reçetemê bê zêdekirin û zimanê kurdî jî li gel tirkî bibe zimanê fermî

.

"Wezareta Tenduristîyê ya Dewleta Cimhûrîyeta Tirkîyeyê, li gel zimanê tirkî 5 zimanên din(Îngilîzî, Fransizî, Almanî, Rûsî, Erebî) jî li sîstema e-reçetemê zêdekir.

Wezareta Tendirustîyê ya ku 25 milyon Kurd tune hesiband û ev biryara wergirt, piştî ku bertekên berfireh li himberî vê biryarê rûdan, di derbarê vê biryara xwe da "îzehetek" belav kir.

Wezîrê Tenduristîyê Dr. Fahrettîn Koca di twîteke xwe da weha got: "Me ji ber pêwîstîyên tûrîstan û nexweşên biyanî van 5 zimanan li sîstema e-reçetemê zêde kir. Hemwelatîyên Cimhûrîyeta Tirkîyeyê bes dikarin bi tirkî feydeyê ji vê sistema e-reçetemê bigirin ".

Biryara Wezareta Tenduristîyê jî, wê daxuyanîya Wezîre Tenduristîyê ya meriv dikare bêje "îzeheta wan ji qebaheta wan xerabtir e", di eslê xwe da hişmendî, sîyaset û kiryarên Dewleta Tirkîyeyê yên 100 sale bi asîmîlasyonê û bi înkarê ve hatîye hûnandin dide der.

Ev hişmendîya asîmîlasyonê û înkarê di hemû warên perwerdeyê, rêvebirîyê û sîyasetê da bûye beşeke laşê Dewleta Tirkîyeyê.

Belê, di sîstema e-reçetemê da tune hesibandina kurdî, careke din jî nîşan dide ku ev hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê ya ku 25 milyon kurdan tune dihesibîne hîna jî berdewam e.

Divê kurdî jî li sîstema e-reçetemê bê zêde kirin.

Divê Dewleta Tirkîyeyê hebûna miletê kurd û perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl bike; divê kurdî jî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî. Divê ev mafên kurdan di Qanûna Bingehîn a Dewleta Tirkîyeyê û di hemû yasayên peywendîdar da bêne bicîh kirin.

Aşkere ye ku qebûl kirina van mafan, dê bibe destpêka çareserîya gelek pirsgirêkên esasî."

30.08.2023

Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(TDK-TEVGER)

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Kurdistan Haberleri

Ebdulselam Heykel: Em dixwazin ji şirketên Herêma Kurdistanê sûdê wergirin
Mine Kırıkkanat hakkında "kılıç artığı" soruşturması
Kremlin: Putin û Trump 90 deqîqeyan bi telefonê axivîn
Rojava | Li Hesekê hîn 400 girtiyên DAŞê mane
Rubio: “Herkes ji me didize ji ber em yê herî baş in”